Abdullah Tel
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ji Amerîkayê ra ji ber vetokirina pêşnûmaya di Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da spas kir.
Ji bo betalkirina "Biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike" teklîf li KENYê hat kirin lê Amerîkayê ev yek veto kir û biryara Amerîkayê jî ji hêla hiqûqî va betal nebû.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî ji ber vetokirinê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump û Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya NYê ra spas kir.
Netanyahu daxuyaniyeke nivîskî weşand û Haleya Nûnera Daîmî ya NYê şiband Makabîlera civaka cihûyan a ku tê îdiakirin li hemberî Romayiyan bi ser ketine û got ku kesekî piranî têk bir.
Dengdayîna ji bo pêşnûmaya Qudsê duh li KENYê hatibû kirin
Pêşnûma bi pêşîkêşiya Tirkiyeyê û bi destê Misrê hat dayîn û ji 15 endamên konseyê 14 endaman biryarê qebûl kir lê Amerîkayê biryar veto kir û ji ber vê jî "Biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike" ji hêla hiqûqî va di KENYê da nehat pûçkirin.