Haydar Şahin
23 Adar 2019•Rojanekirin: 24 Adar 2019
Li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" ya Sûriyeyê duh ji hewayê êrîşê wargehên sivîlan kirin, hejmara kesên hatin kuştin derkete 15an.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (kumsipî) hatin sitandin, duh bi şev ji hewayê êrîşê Keferya û Fuaya li bakurê Îdlibê û Xan Şêxûnê kirin, hejmara kesên hatin kuştin derkete 15an. Hat ragihandin ku 28 sivîlên birîndar hê tên dermankirin.
Mala çavdêriya teyareyan a mixalifan li ser hesabê medyaya civakî got, "5 teyareyên Ûrisan ên ji Himeymîma baregeha Lazqiyeyê rabûn êrîşî Keferya û Fuaya li bakurê Îdlibê û Xan Şêxûnê kirin."
Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan mitebeqata Soçiyê îxlal dikin û êrîşî wargehên sivîlan ên li "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" dikin, ji serê salê hetanî nika di êrîşan da herî kêm 166 sivîl hatin kuştin û ji 470yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê ligel mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê ji bo qewînkirina agirbesta Îdlibê îmze kiribûn binpê dike û êrîşê herêmê dike.