Haydar Şahin
23 Adar 2019•Rojanekirin: 24 Adar 2019
Wezareta Karên Derva ya Iraqê beretek nîşanî axaftina li ser Girên Golanê yên dagirkirî ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da û got ev rewşa nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da bertek nîşanî gotinên Trump ên li ser Girên Golanê dan û gotin, "Iraq li gor hiqûqa navneteweyî bi tundî li dijî meşrûnîşandana dagirkirina Girên Golanê ya erdê Sûriyeyê ya ku hatiye dagirkirin derdikeve.
Di daxuyaniyê da wiha gotin: "Ji ser dagirkirina Girên Golanê, Filistîn û Qudsê ra dem derbas bû lêbelê ev nîşan nade ku meşrûiyeta dagirkaran heye û kirina wan meşrû ye."
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê pêr li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dabû û gotibû, "Piştî 52 salan êdî dema wê hat ku Amerîka desthilatdariya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas bike."
Îsraîl ji sala 1967an vir da Girên Golanê ya erdê Sûriyeyê di dagiriya xwe da digre.