KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê di navbera kesên ku dixwestin avahiya saloxgeriyê bi dest bixin û hêzên ewlekariyê de şer derket. Di vî şerî de hejmara kesên ku mirin derket 10an.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên ewlekariya Kerkûkê hatin hildan pevçûna di navbera êrîşkaran û hêzên ewlekariyê de 5 saet û nîv dewam kir. Di pevçûnê de hemû kuçe û kolanên derdorê ji çûn û hatinê re hatin girtin.
Bi piştgiriya pêşmerge û tîmên taybet ve hêzên ewlekariyê ji êrîşkaran 4 kes kuştin û kesekî jî sax qefaltin.
Midûrê Tenduristiya Bajarê Kerkûkê Sabah Emîn diyar kir ku di pevçûnê de 10 kes mirin û 63 kes jî birîndarin.
Li herêmê operasyon didomin û lêgerîn dewam dikin.
-Bûyer
Erîşkaran li ber deriyê navendeke danûsitandinê wesaîteke bombebarkirî teqandin, gule reşandin derdorê û xwestin ku bikevin hundirê avahiya midûriyeta saloxgeriyê ya Kerkûkê. Li ser vê yekê şer derketibû.