HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku li Iraqê piştî ku artêşa Iraqê belav bû, hêzên pêşmergeyan valahî dagirtin û wiha got: "Divê pêşmerge bi hesasî sînorên Kurdistanê biparêzin."
Di daxuyaniya Barzanî ya ku di malpera fermî ya herêma Kurdistanê de hat weşandin de van gotina cî girtin: "Piştî ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) Mûsil dagir kir, li ciyên ku sînorên Kurdistanê ne artêşa Iraqê têk çû û belav bûn. Ji ber vê jî li vir kêmasiya ewlehiyê derket holê. Piştî ku artêşa Iraqê belav bû, hêzên pêşmergeyan ev valahî dagirtin."
Barzanî destnîşan kir ku ketina wan a ciyên ku li gor Destûra Bingehîn a Iraqê bi xetere ne ji bo ewlehiya û can û malan e û wiha got:
"Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo ku gelê Kurdistanê biparêze û ewlehiya can û malê gel mihefeze bike ket ciyên bi xetere. Divê pêşmerge bi hesasî sînorên Kurdistanê biparêzin. Hêzên me dê rê nedin teşqeleyan."
Barzanî diyar kir ku kesên ku ji ber DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Kurdistanê di ewlehiyê de ne.