27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ÎZMIR
Sûcdarkirinên ku dixin ser sitûyê Andrew Craîg Brunsonê keşîşê Amerîkayî yê ku li Îzmirê girtîbûna wî ji ber "pirsgirêkên tenduristiyê" guherandin hepsa malê balê dikşîne.
- Li gor rapora HTSyê ya ku pêşkêşî mehkemeyê hat kirin 5 xetên GSMê yên ku Brunson bi kar dianî û 2 xetên GSMyê yên ku Bekîr Bazê bersûcê firarî yê ku berpirsyarê Îzmirê yê FETOyê ye di navbera 4ê nîsana 2011an û 9ê tebaxa 2015an de dema bi bikarhênerên GSMyê re di nav îrtibatê de bû li Konak, Çankaya û Alsancakê li cihên ku gelekî nêzî hev in 293 sinyalên wan hatin tespîtkirin.
Sûcdarkirinên ku dixin ser sitûyê Andrew Craîg Brunsonê keşîşê Amerîkayî wiha ne:
- Di bin dilqê keşetiyê de li ser navê rêxistinên terorê sûc kiriye û di çarçoveya stratejiyên giştî de di nav yekîtiya çalakiyê de ye, armancên rêxistinan zaniye û bi zanebûn hevkarî kiriye.
- Dema ku xebatên misyonerî yan jî welatiyên Kurd tên xiristiyankirin xitimîn çêdibe ji FETOyê piştgirî sitandiye.
- Li odeyekî dêrê ku Brunson lê peywir dike nexşeyekî Tirkiyeyê ya ku sînorên wê hatine guhertin û di koliyên li odeyê de broşurên dereqanûnî yên PKKyê hebûne.
- PKKyiyên ku ji girtîgehê derdikevin ji bo ku xwe ji teqîbê biparêzin serî li dêran didin û dibêjin ku "Em bûne xiristiyan" û bi rêya ku dêr temîn dike bi piştgiriya Brunson li derveyî welêt îlticakirin.
Keşîşê Amerîkayî Brunson di sala 1993yan de hat Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de li Îzmirê Dêra Vejînê ava kir û bi îdiaya ku li ser navê FETO û PKKya rêxistinên terorê sûc kiriye di 9ê kanûna pêşîn a 2016an de hat girtin.
Brunson di tebaxa 2017an de dema ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Îzmirê girtî bû vê carê jî ji ber sûcên "Bi armanca sixûriya eskerî û siyasî temînkirina agahiyên dewletê yên divê ku veşartî bimînin", "Teşebûsa ji holê rakirina Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê", "Teşebûsa ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê" û "Teşebûsa ji holê rakirina nîzama Destûra Bingehîn" hat girtin.
Îdianameya ku der heqê keşîşê Amerîkayî Brunson de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ve hatibû amadekirin adara borî ji aliyê Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn ve hat qebûlkirin.
Brunsonê ku der heqê wî de bi sûcdarkirina li ser navê FETO û PKKya rêxistinên terorê sûc kiriye û sixûrî kiriye heta 35 salan cezayê hepsê tê xwestin di 16ê nîsana 2018an de derket mehkemeyê.
Brunson di rûniştina ewil de qal kir ji bo ku ji Îsa Mesîh re xwendekaran perwerde bike di sala 1993yan de hat Tirkiyeyê û di sala 2010an de ji Dêra Zayîna Nû veqetiya û Dêra Vejînê ava kir û tu sûcdarkirinên ku dixin sitûyê wî qebûl nekirin.
Brunson îdia kir ku bi FETO û PKKê re tu têkiliya wî tune û diyar kir ku Bekîr Bazê firarî yê ku birêvebirê payebilind ê FETOyê ye nas nake.
Mehkemeyê di rûniştinên di 7ê gulanê û 18ê temûzê de daxwazên texliyekirina Brunson red kir.
Brunson û parêzerê wî "pirsgirêkên tenduristiyê" hincet nîşan dan û piştî daxwaznameya "îtiraza girtîbûnê" ya ku dan Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Îzmirê di 25ê temûzê de ji ber "pirsgirêkên tenduristiyê" girtîbûna Brunson guhertin hepsa malê û kelepçeya elektronîk li bersûc xistin û biryar dan ku bi şertê kontrola edlî serbest bê berdan.