08 Nîsan 2016•Rojanekirin: 09 Nîsan 2016
ANKARA/HESEKE
DYA bi firokeyên xwe yên ku danîn baregeha Rumeylana li Hesekeyê, alîkariya xwe ya leşkerî ya ji bo PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê, berdewam dike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li Hesekeyê hatin wergirtin, do û pêr firokeyên DYAyê li baregeha Amerîkayê ya li Rumeylanê danîn û kargoyên leşkerî li wesaîtên rêxistinê yên ku wek konvoy hatin, bar kirin.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku PYDyê ji bo operasyonê 700 şervan şandiye Kobanêyê.
Balyozê Enqereyê yê DYAyê John Bass do di daxuyaniya xwe ya ku da Komeleya Nûçegihanên Dîplomasiyê da destnîşan kiribû ku çek û cebilxane nedane PYDyê.
DYAya ku di operasyonên li dijî DAEŞê da Baregeha Încirlikê ya Tirkiyeyê diemilîne, di cotmeha 2015an da li Rumeylana li rojhilatê bakurê Hesekeyê dest bi xebata çêkirina baregehê kiribû. Baregeha Rumeylanê vê gavê ji bo rabûn û daketina firokeyan rê dide.
PYD jî ji bo li Mumbîça ku qederê 40 kîlomêtro dûrî Cerablûsê ye operasyonê bike ev demeke haziriyê dike.
Rêxistin di 27ê kanûna 2015an da bi alîkariya balafirên DYAyê Bendava Tişrînê ya li rojavayê çemê Feratê ji DAEŞê sitendibû. Peyra PYD û hin komên ereb ku serkêşiya wan PYD dike hatibûn texma herêma Ebû Qalqal ku 9 kîlomêtro li rojavayê bakurê bendavê ye. Armanca rêxistinê ew e ku li ser xeta Ezez-Cerablûsa li rojavayê Feratê pêşva here û Kobanê û Efrînê bigihîne hev.