08 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
WASHINGTON
Li gor rapora Wezareta Karên Derva ya DYAyê ji sê paya yekê gelê Iraqê wisa difikire ku DYA bi dizî alîkariya DAEŞa rêxistina terorê dike.
Li gor raporê ji sedî 40ê gelê Iraqê wisa difikire ku DYA dixwaze Iraqê tevlihev bike û çavkaniyên sirûştî yên welêt îdare bike.
Li gor raporê di sermaweza 2014an da hejmara kesên ku erênî li hêzên DYAyê dinihêrtin ji sedî 38 bû, lê ev hejmar piştî êrîşên hewayî yên DYAyê yên li Iraqê di tebaxa 2015an da bû ji sedî 18.
Li gor raporê tê destnîşankirin ku di nav erebên sunî da qîmeta DYAyê kêm bûye û alîkariya ku di 2014an da ji sedî 54 bû û di lêkolîna heman demê da daketiye ji sedî 10an.
Di raporê da tê diyarkirin ku ji sedî 6ê kurdên li Iraqê li dijî operasyonên koalîsyona navneteweyî derdikevin.