29 Îlon 2017•Rojanekirin: 30 Îlon 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Rex Tillerson ragihand, "DYA referandûma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ku 25ê îlonê bi yek alî encam dabû, nas nake."
Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Tillerson derbarê referandûma HKIyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Tillerson anî ziman ku dewleta wan referandûma yek alî ya Herêma Kurdistana Iraqê nas nake û wiha got:"Dengdayîn û encam dûrî meşrûiyetê ne; em piştevanê Iraqeke yekgirtî, federal, demokratîk û mureffeh in. Em ji encamên negatîf yên muhtemel ji ber vê gava yek alî bi fikar in. Berî dengdayînê bi mebesta razîkirina herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarçoveyeke sûdmend me hewl da."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hewlên ku hatin dayîn bi berçavgirtina îstiqrar û berjewendiyên kurdên HKIyê hatine dayîn lê pişt re referandûma yek alî hat kirin û bû sedema encamên şaş.
- "Em hemî aliyan dawetî aramiyê dikin"
Tillerson di daxuyaniya xwe de got, "Em hemî aliyan dawetî aramiyê û dawîlêanîna tehdîdên dualî dikin. Em bangî rayedarên kurdên Iraqî dikin ku rêzê li rola Hikûmeta Navendî bigirin ku bi destûrê hatiye dayîn. Herweha em bang li Hikûmeta navendî jî dikin ku dev ji tehdîdan û îmakirina bikaranîna hêza muhtemel berde. DYA bang li cîranên Iraqê û hemî aliyan jî dike ku dev ji kirinên yek alî berdin û xwe ji bikaranînê hêzê dûr bixînin."