29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
WASHINGTON
Rayedarekî Wezareta Bergiriyê ya DYAyê, ku nexwest navê wî eşkere bibe, gotina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn der barê wê firokeya ku li gor rêzikên angajmanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû xistin, ku gotibû "berî ku firoke bê xistin, welatê me zanyariyên wê firokeyê bi DYAyê ra par ve kiribû" derewand û got, "Rûsya planên xwe yên firînê bi DYAyê ra par ve nake."
Rayedarî destnîşan kir ku gotinên Pûtîn yên di civîna çapemeniyê ya hevbeş ya digel Serokomarê Fransayê François Hollande da gotibû "me zanyariyên wê firokeyê bi DYAyê ra û DYAyê jî bi hevpeymanan ra par ve kiribû" ji rastiyê dûr in.
Di civîna çapemeniyê da Pûtîn pirsîbû û gotibû "Naxwe wê çaxê me ev zanyarî ji bo çi bi amerîkaniyan ra par ve kir?"