XEZE
Ji ber operasyonên ku Îsraîlê ji roja duşemê vir ve dest pê kiriye û êrîşî Xezeyê dike hejmara miriyan derket 121an.
Eşref el-Kudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê yê berê lê li Xezeyê hê jî wezîfeya xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê bombe barandin ser taxa et-Tûffahê û di êrîşê de 3 kesan can da.
Kudra destnîşan kir ku ji roja duşemê heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara kesên ku hatin kuştin derket 121an.
Li Rojavayê Şerîayê di 12yê hezîranê de 3 xortên cihû winda bûbûn û piştî 18 rojan cesedê wan hat dîtin. Di 2yê tîrmehê de jî niştecihên cihû Mihemed Huseyn Ebû Xûdayrê xortê filistînî revandibûn û saxesax şewitandibûn û kuştibûn.
Piştî ku bûyer zêde bûn roja duşemê Îsraîlê diyar kir ku li ser Xezeyê dest bi operasyona "Xeta Parastinê" kiriye.