Elif Orhan
27 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
ÎSTANBUL
Ûsame Nûceyfiyê Arîkarê Serokomarê Iraqê got kuTirkiyê heta niha li Mûsilê hem ji gelê Mûsilê re hem jî ji bo kesên ku ji cihên xwe hatine kirin xebatên gelekî girîng kirine. Em wisa difikirin ku ev di heyamên pêşiya me de jî berdewam bikin. Em di vê mijarê de ji pişgiriya Tirkiyeyê ewledar in
Ûsama Nûceyfî bi Waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî re daxuyanî dan rojnamevanan û ji bo eskerê tirk ê ku li Başîkayê şehîd ket sersaxî da û dest bi axaftina xwe kir.
Nûceyfî wiha axivî: "Ez dixwazim ku ji bo eskerê Tirkiyeyê yê ku îro li Başîkayê şehîd ket peyama xwe ya sersaxiyê ragihînim gelê tirk û hikûmeta Tirkiyeyê. Min îro îcabetî daweta Birêz Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê û Ahmet Davutogluyê Serokwezîrê Tirkiyeyê kir û min ziyaret kir û min hevdîtineke gelekî baş kir. Di hevdîtinê de em li ser hewldanên ji bo rizgarkirina Mûsilê ya ku dê heyama pêşiya me de bê kirin sekinîn."
Nûceyfî got hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo ku Mûsil bê rizgarkirin dide pîroz dike û wiha axivî:
"Min firsend dît ku ji ber rol û hewldana Dewleta Tirkiyeyê ya dijî DAEŞa rêxistina terorê ya ku ji bo DYA û hemû dinyayê tehdîtek e, ez spasiya xwe pêşkêşî Birêz Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu bikim. Arîkariyên Tirkiyeyê gelekî girîng in. Tirkiye heta niha li Mûsilê hem ji gelê Mûsilê re hem jî ji bo kesên ku ji cihên xwe hatine kirin xebatên gelekî girîng kirine. Em wisa difikirin ku ev di heyamên pêşiya me de jî berdewam bikin. Em di vê mijarê de ji piştgiriya Tirkiyeyê ewledar in. Sê roj beriya niha li başûr operasyonekî dest pê kir. Em dixwazin ku ev lezgîn be û berfireh be û em Mûsilê rizgar bikin. Em girîngî didin ku yekîneyên Heşdî Şabî jî beşdarî vê bibin. Her wiha em wisa difikirin ku ji başûr bi piştgiriya artêşa Iraqê û pêşmergeyan Mûsil di demek kurt de bê rizgarkirin."
Ûsame Nûceyfî da zanîn ku hewldanên ji bo ku Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê rizgar bikin demek dirêj e berdewam dikin û qal kir ku dijî wê yekê ne ku milîsên Heşdî Şabî yên şiî yên ku Îran piştgirî dide wan beşdarî operasyonê bin.
Nûceyfî got ku gelê Mûsilê dê vê yekê neke û wiha axivî: "Ne mimkûn e ku yekîneyên şiî yên wekî Heşdî Şabî beşdarê van operasyonan bibin û piştî rizgarkirina Mûsilê îstiqrar bê pêkanîn. Ji ber komên wiha nikarin îstiqrarê pêk bînin. Tu kes vê qebûl nake. Her wiha dê bibe sedem ku pevçûnên mezhebî kûr bin. Mûsilî dîsa bi piştgiriya Tirkiyeyê bi piştgiriya yekîneyên Heşdî Wetanî yên ku li Başîkayê hatin perwerdekirin û piştgiriya eşîran li bendê ne ku bajêr bê xilaskirin. Em bi Birêz Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî re di nav îtifaqê de ne. Em ji aliyê amadehiyên eskerî ve di nav kordînasyoneke nêz de ne. Em dizanin ku bi piştgiriya yekîneyên Heşdî Wetanî, Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan di heyama pêşiyame de dê ji bo rizgarkirina Mûsilê hewldaneke hevpar bê dayîn."
Nûceyfî li ser nîqaşên divê li Iraqê sunî jî bibin xwedî statuyê sekinî û destnîşan kir ku armanca wan a niha ew e ku Mûsilê rizgar bikin û tehdîda DAEŞê berteref bikin û qal kir ku di heyama piştî rizgarkirina Mûsilê de dê sunî li herêmên xwe bi xwe li gor destûra bingehîn a Iraqê biryar bidin ka birêvebiriyeke çawa dixwazin.
Nûceyfî got "Xwediyê vê qudret û ehliyetê ne û dikarin vê yekê jî bikin. Di pêvajoya ji niha pê ve de di civaka navneteweyî de bi DYAyê re bi Herêma Kurdistanê re, bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de dê xebatên me yên ji bo rizgarkirina Mûsilê berdewam bike."
Esîl Nûceyfî bersiva pirsa der heqê daxuyaniya Mesûd Barzanî ya der heqê serxwebûnê de da û wiha axivî: "Serxwebûna Kurdistanê mijareke wisa ye ku kurdan eleqedar dike û di vê mijarê de di encamê de dê ew biryar bidin lê vê heyamê her çiqas pirsgirêkên wan hebin jî û di mijara ewlehiyê de fikarên wan hebin jî ez wisa difikirim ku ev yek dê rasterast ji bo berjewendiyên Kurdistanê be, di vê heyamê de dê vê pêngavê biavêjin. Tercîha me ew e ku Kurdistan di nav Iraqê de bimîne. Heke di nav Iraqê de bimînin dê ev kêrî kurdan jî kêrî me jî bê."