Elif Orhan
26 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku îro li bakurê Iraqê di dema pevçûnên di navbera hêzên pêşmergeyan û DAEŞa rêxistina terorê de hinek guleyên ÇNRA Katyuşayê yên ku DAEŞê avêtin aliyê pêşmergeyan ketin Herêma Baregehê ya Gedûyê ya ku lê eskerên Tirk bi cî bûne, di encama bûyerê de eskerek şehîd ket, eskerekî jî tehl bû.
Ji ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku li bakurê Iraqê di dema pevçûnên di navbera hêzên pêşmergeyan û DAEŞa rêxistina terorê de dora saet 15.10an de hinek guleyên ÇNRA Katyuşayê yên ku DAEŞê avêtin aliyê pêşmergeyan ketin Herêma Baregehê ya Gedûyê ya ku lê eskerên Tirk bi cî bûne.
Hat gotin ku ji ber guleyên ku ketin herêmê eskerek cangorî bû, eskerekî tehl bû û dan zanîn ku eskerên cangorî û birîndar bi firokeyê anîn Tirkiyeyê, eskerê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin.
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku kozikên DAEŞê yên li herêmê yên ku hatin tespîtkirin tên gulebarankirin û wiha hat gotin:
"Vê êrîşê em gelekî xemgîn kirin û êşand, Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ku di êrîşê de mir bike, serê malbata şehîdê me yê hêja , xizmên wî, mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide wan, em ji bo eskerê xwe yê qehreman ê ku birîndar bû jî şifaya xêrê dixwazin."