Türkan Tosun
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
MÛSIL
Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz ji Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) û Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil (AFAD) bi heyeteke ku ji nûnerên Iraqê pêk tê va Telafera navçeya Mûsilê ziyaret kir.
Yildiz bi rêvebirên herêmî û gel re axivî û der barê herêmê de agahî hilda.
Yildiz Dibistana Navîn a El Zahetê ya ku ji hêla TÎKAyê ve hat nûkirin vekir û bi xwendekaran re sohbet kir.
Balyoz Yildiz çû Meclisa Navçeyê bi serokên eşîran re axivî û paşê daxuyanî da rojnamevanan.
Ji bo ziyareta Telaferê Yildiz got cara ewil Tirkiye bi heyeteke fermî va hatiye Telaferê û wiha behsa xebatên TÎKAyê kir: "Ji paqijiya kuçeyên Telaferê bigrin heta ava malan gelek xizmet ji hêla me va tên kirin. Îro ew dibistana navîn ya ku me vekir di serî de sê dibistan hatin temîrkirin û ji bo ku ew bikevin xizmetê Tirkiyeyê xebatên girîng kir."
- "Emê hewl bidin ku Telafer cardin rabe ser piyan"
Yildiz li kuçeyên Telaferê geriya û wiha got: "Bajarekî zindî ye. Divê zarok û ciwanên vê derê bi hêvî dahatûyê binêrin. Berpirsyariya me zêde ye. Ji bo ku Iraq ji nû va bê avakirin li Kuweytê civînek çêbûbû û Tirkiyeyê li wir teahudên girîng dabûn. Ji vê alîkariyê qismekî mezin wê ji Telaferê re bê kirin ku ew cardin bikaribe rabe ser piyan."
Bajarê Telaferê li rojavayê Mûsilê ye û piraniya nifûsê wê ji Tirkmenan pêk tê. Bajar di hezîrana 2016an de ji hêla DEAŞa rêxistina terorê va hatibû dagirkirin. Di îlona 2017an de artêşa Iraqê bi operasyonekê va Telafer rizgar kiribû.