Pevçûnên di navbera DÎŞI û YPGyê dewam dike û gelê Kobanêyê jî ji ber vê şer xwe dispêre Tirkiyeyê.
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD), ji bo kurdên ji Sûriyeyê tên li Sûricê, stargeheke berxwext ava kir. Ji bo qasî 3 hezar kesan li Parka Suleyman Şahê kon hatin avakirin. Malbat dê li vir bijîn û dê hewcedariyên wan ên zarurî jî peyda bikin.
AFADa ku li Parka Dostlukê û Sûric YÎBOyê 2 navendên wê yên stargehê heye, niha li Parka Suleyman Şahê jî amadehiyên xwe qedand û dest pê kir alîkariya penaberan dike.
Rêvebirê kampê Mustafa Şenturk ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku li kampê cih û nîvîn, betaniye, av û xwarin li penaberan tê belavkirin.
Şenturk got ku rojê sê dana xwarin tê dayîn û wiha axivî: "Ewil em qeyda kesên ku tên li vir dikin û pişt re em wan di konên ku me berê amade kiribû bi cîh dikin."
Midûrê Şaxa Midûriyeta AFADê yê bajarê Şanliurfayê Kamuran Çetîn jî der barê xebatan de agahî dan û daxuyand ku li Parka Suleyman Şahê 16 kon hatine vegirtin.
Çetîn got ku hejmara konan gihîşt 81î û wiha axivî: "Di her konî de 8 ode hene. Ev ode qasî ku 5 kes bimînîn fireh in. Di konekî de bi giştî 40 kes dikarin bimînin."