Elif Orhan
03 Tebax 2018•Rojanekirin: 05 Tebax 2018
WASHINGTON
Pêvajoya der barê Keşîşê Evanjelîk ê Amerîkayî Andrew Brunson de di têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê de bû sedema rageşiyê û ev yek bû sedem ku tesîra komên Evanjelîk ên li derveyî Amerîkayê ya ser polîtîkaya derveyê ya Amerîkayê ya heyama Donald Trump de dîsa bê nîqaşkirin.
Evanjelîk di nav aktorên siyasî yên girîng ên li Amerîkayê de cî digirin, Evanjelîk di biryara ku Balyozxaneya Îsraîlê ya Amerîkayê bikêşin Qudsê û qeyrana der barê Keşîşê Evanjelîk ê li Amerîkayî andrew Brunson de ya ku hê jî li Tirkiyeyê darizandina wî didome de bûn aliyê ku herî zêde tê nîqaşkirin.
Mijarên wekî çima girseyeke xiristiyan a ku gelekî dîndar e deng da Trump, tesîra Mîke Penceyê Arîkarê Serok ê ku bixwe jî Evanjelîk e ya li Qesra Spî û nêzbûna hilbijartinên navber ên Kongreyê di van demên dawîn de wekî serenavên ku der batê Evanjelîkan û tesîra wan de tê meraqkirin derdikevin pêş.
- Evanjelîzm çi ye?
Evanjelîzm di xiristiyaniyê de tê wateya "Hînkirin û belavkirina Încîlê" û li Amerîkayê yek ji mezhebên ku di nav xiristiyanan de herî zêde belav e tê qebûlkirin. Evanjelîk teqabûlê ji sedî 25ê serjimarê (kêm zêde 80 milyon) dike û di heman demê de wekî "siyonîstên xiristiyan" tên zanîn.
Spiyên di nav evanjelîkan de wek kevneşopî bi hinceta ku "dîndartir in" piştgirî didin Partiya Komarparêz û di hilbijartinên ku di salên dawîn de hatin kirin de piştgiriya herî mezin jî dan Donald Trumpa ku niha Serokê Amerîkayê ye.
- Ji bo Trump ji sedî 81 piştgirî
Di hilbijartinên ku di sala 2004an de hatin kirin de ji sedî 78 piştgirî dan George Bush, di hilbijartinên 2008an de ji sedî 74 piştgirî dan John McCaîn, di sala 2012an de bi ji sedî 78an piştgirî dan Mîtt Romney û di hilbijartinên 2016an de jî ji sedî 81 deng dan Donald Trump.
Li Amerîkayê tê zanîn ku namzedên Komarparêz li gor ên Demokrat dîndartir in û bal kişand ku Evanjelîkan piştgiriya ku berê niha nedabûn tu kesî dan Trumpê der heqê wî de şîroveyên "Ji Încîlê ayetekî tenê nizane." tê gotin.
- Helwesta Îsraîl û Qudsê
Ji aliyê din ve tê nirxandin ku Evanjelîk tesîrek li ser biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl dike kirin.
- Çavkaniya teolojîk a Evanjelîkan
Evanjelîk bawer dikin Îsraîla ku di sala 1948an de li axa Filîstînê hat damezrandin "Li gor baweriya Încîlê" hatiye damezrandin" û bawer dikin ku "Hezretê Îsra dîsa dê li van axan bê" û bi vî awayî "dê dawiya cîhanê" bê.
Evanjelîkên ku dispêrên van sedema teolojîk yek ji hêmanên siyasî yên herî girîng ên li pişt polîtîkaya "tûj" a ku birêvebiriya Trump di mijara Quds û Îsraîlê de dişopîne tê dîtin.
Trump di kampanyaya hilbijartinê de gotibû ku heke bibe serok dê Amerîka Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê" nas bike û vê weada xwe ya ji bo Evanjelîkên ku soza piştgiriyê dabûnê bi cî anî.
Ji Zanîngeha North Texasê Elîzabeth Oldmîxonê jî di daxuyaniya ku da portala Vox haberê de got ku "Biryara Trump a barkirina balyozxaneya Amerîkayê siyasî nîne, girêdayî hincetên dînî yên Evanjelîkan e".
Oldmîxonê got "Di baweriya siyonîstên xiristiyan de (Evanjelîk) Xwedê axên pîroz heta hetayê daya cihûyan." û wiha axivî: "Cihê ku wekî axên pîroz ên ku Xwedê wead kiriye dibînin axên ku li her du aliyê Robarê Urdinê diminîn e; ango polîtîkaya belavbûna Îsraîlê ji bo Evanjelîkan esas e."
Di pêvajoya krîtîk a hilbijartinên navber ên Kongreyê de hem Trump hem jî Pence naxwazin ku hember aliyên dîndar ên navborî yên ku mijara Brunson kirine "mijara xirurê" de neserkeftî xuya nekin û di hilbijartinên navber ên Kongreyê de vê bixine sitûyê wan.
Di gelek nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de derketin de tê dîtin ku ev dîmen berevajî jî bê dîtin. Di çapemeniyê de şîroveyên "Trump û Pence dixwazin ku Brunsonê ku ji bo Evanjelîkan her ku diçe dibe sembolek ji 'girtîgehê xilas bikin û bînin Amerîkayê' û li hember vê girseya hilbijêr de serkeftî xuya bike û puxan berhev bike."