WASHINGTON
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş di konferansa bi serenava "Li Rojhilata Navîn Realîteya Nû ya Kurdan: Rîsk, Hêvî û Firsend" a ku Nûneriya DYAyê ya Partiya Demokratîk a Gelan li Washingtona paytextê DYAyê li dar xist de axivî.
Demirtaş di axaftina xwe de herî zêde qala şerê ku di navbera hêzên kurdan û DÎŞIyê de diqewimin kir û diyar kir ku li gor agahiyên ku gihiştine ber destê wî di navbera Kobanê û DÎŞIyê de kîlometreyek maye. Demirtaş got ew bajarê ku DÎŞI dixwaze têkevê 500 metreyî dûrî Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Dibe ku DÎŞI têkeve Kobanêyê û bi hezaran kesî bikuje jî, hemû talûke mimkûn in."
"Ev mijarê bibe sedema gelek guherînên siyasî"
Hevserok Demirtaş got balafirên DYAyê li ser Kobanêyê difirin û ji jor ve bûyeran dinihêrin, Tirkiye jî 500 metreyî ji dûr ve dinihêre lê belê tu tiştekî nakin. Demirtaş destnîşan kir ku ew serokên dibêjin li dijî DÎŞIyê divê hin tişt bên kirin û kesên ku tu tiştekî nakin heman kes in. Demirtaş daxwaza Serokê PYDyê Salih Mûslim a ku dibêje bira ji me re rêya ku cebilxaneyê bibin û bînin bê vekirin bi bîr xist û wiha axivî:
"Me şeveqê Mûslim guhdarî kir, bi tenê tiştekî dixwazin, êrîşa ji hewayê na, dibêjin 'Bira ji me re korîdoreke ku çekên giran bibin û bînin bê vekirin'. Hem ji Kurdistana Başûr hem jî ji bajarê Rojavayê yên din mirov dixwazin ku piştgiriyê bidin wan. Kurdên ku li Tirkiyeyê dijî dixwazin ku piştgiriyê bidin wan. Kurd di nav xwe de dixwazin ku alîkariyê bidin Kobanêyê. Hemû dinya bêdeng bimîne jî wijdana kurdan bêdeng namîne û dixwazin ku piştgiriyê bidin Kobanêyê lê belê Tirkiye sînor venake. Rêyeke din jî tune. 3 aliyên Kobanêyê bi destê DÎŞIyê ve hatin dorpêçkirin. Bi tenê rêyek heye, ew jî sînorê Tirkiyeyê ye."
Demirtaş diyar kir ku kurdên li wê derê bimrin jî tu kes zû zû alîkariyê nade kurdan û wiha got: "Wer xuya dike ku ev mijarê bibe sedema gelek guherînên siyasî."
Demirtaş ji bûyerên ku di dîrokê de hatin serê kurdan çend mînak da û diyar kir ku dibe ku di siyasetê de guherînên mezin çêbin û wiha pê de çû:
"Hêviya min ew e ku Tirkiye bi biryareke radîkal ve pêşiyê li guherînên kûr bibire, bi gelê Rovayê re têkeve têkiliyê, piştgirî û alîkariyê bide wan û pêşiya îtifaqeke mezin veke. Hêviya min ew e ku mesele wiha be."
- "DÎŞI heke were Sirûc û Hatayê dîsa em ê li dijî wan derkevin"
Demirtaş got daxwaza wî ew e, çawa ku vedigere Tirkiyeyê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu rê bê bal hev û ji bo ku mijarên acil bên çareserkirin ew ê zehf bixebitin.
Demirtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dewam dike lê belê ji bo vê divê ji wan nexwazin bira li hemberî bûyerên ku li Rojavayê diqemin bêdeng bimîn û wiha pê de çû:
"Pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê dewam dike êdî girêdayî bûyerên li Rojavayê ye. Heta bûyerên li Rojavayê li pêşiya yên li Tirkiyeyê ne û girîngtir in. Heke Tirkiye dixwaze ku li herêmê îstiqrar hebe, di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û kurdan de îtifaqek hebe, li Sûriyeyê çareserî hebe divê vê polîtîkaya xwe biguherîne."
Hevserokê HDP Demirtaş bi hinceta dengnekirina li hemberî bûyerên Kobanêyê ve Tirkiye rexne kir û wiha got: "Dibe ku Kobanê ji dest derkeve, dibe ku gelek kes li hemberî vê deng dernexin lê bira birayên me yên tirk qet di şikê de nebin; dema ku DÎŞI piştî Kobanêyê were Sirûc, Hatay û Edeneyê dîsa em ê li dijî wan derkevin."