BURSA
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş beşdarî Kongreya Bajar a Bûrsayê ya HDPyê bû û li vir derbarê Pêvajoya Çareseriyê de axivî.
Kongre li Hêwana Werzîşê ya Ataturkê hat lidarxistin.
Demirtaş di axaftina xwe de îdia kir ku herî zêde wan ji bo pêvajoyê hewl daye û li vir Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç rexne kir.
Demirtaş wiha dewam kir:
"Li me niheqî kirin, gef li me xwarin, lê em li hemberî hemû êrîşan sekinîn û me dev ji pêvajoyê berneda. Lewra pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye. Herwiha aştî karê îro û sibê nîne. Bi sed hezaran sal derbas bin jî em dev ji pêvajoyê bernadin. Ji bo pêvajoyê dê dîsa hevdîtin dest pê bikin. Binêrin ji ber ku hin kes aciz dibin ji ber vê yekê, pêvajoyê tehrîk dikin. Li vir dixwazim bi bîra birêz Arinç bixim; gelo ji ber ku nebû Serokwezîr gefan li me dixwe. Hûn çima wekî xortê çarde salî bi hêrs diaxivin. Yanî hûn berdevkê hikûmetê ne. We nekirin Serokwezîr ka em çi bikin. Ev ne pirsgirêka me ye. Niha jî di serdema pêvajoyê de berpirsiyarî ji we sitandin, ji ber wê yekê hûn zehf hêrs bûne. Mêze bikin gihiştiye astekî wisa ku dikare derbikeve bibêje 'hewcedarî bi pêvajoyê tuneye.' Divê hikûmet di nav xwe de vê dubendiyê çareser bike. Bi taybetî em dixwazin bizanibin birêz Serokwezîr jî piştgiriyê dide van axaftinan an na."
-"Muzakere bi awayekî şefaf axaftin e"
Demirtaş got: "Di vê mijarê de li Îmraliyê mutabakat çêbû, lê berdevkê hikûmetê dibêje lihevkirin tune ye. Em anha meraq dikin gelo lijneya ku çû Îmraliyê ne ya we bû? Gelo hûn wekî hikûmet piştgiriyê nadin wan axaftinên ku li wir hatin kirin? Lewra mizakere, bi awayekî zelal axaftin e. Gelo bi tirs û xof qet pirsgirêk tên çareserkirin."
Demirtaş got dibêjin ku HDP ji ber xwe de tiştên wiha dibêje û wiha dewam kir: "Wisa be em zabitên hevdîtinan eşkere bikin. Li Îmraliyê li ser çi hatiye axaftin em karin eşkere bikin. Heke hûn wekî hikûmet bibêjin axaftinên li wir hatine kirin me eleqeder nakin, em ê bibêjin ku di vê mijarê de xapandinek heye. Li meydanê xapandin tuneye, êdî dev ji van nîqaş û dudiliyan berdin."