İbrahim Atmaca
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) di çarçoveya lêpirsîna Rûsyayê da li Virginiayê avêt ser mala Paul Manafortê midûrê kampanyayê yê berê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê.
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê FBIyê di şeveqa 26ê tîrmehê da li mala Manafort a li Alexandriaya bajarê eyaleta Virginiayê lêgerîn kir.
Jason Maloniyê berdevkê Manafort jî îdia piştrast kirin û wiha got: "Ajanên FBIyê li maleke Manafort lêgerîn kir. Manafort ji wan ra bû alîkar."
Li gor nûçeyan ajanên FBIyê gelek qeyd û ewraq hildan.