İbrahim Atmaca
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
RABAT
Cinazeyê Îmad el-Atabiyê ku li bakurê Fasê di xwepêşandanan da mir, li welatê wî Huseymeyê hat definkirin.
Bi hezaran kes beşdarî merasima cinazeyê Atabî bûn. Piştî merasimê qerebalixê xwest ku xwepêşandanê bike, lê polêsan destûr neda.
Ji aliyê din va ji bo protestokirina kuştina Atabî li Rabata paytext jî xwepêşandan hat lidarxistin.
Xwepêşandêr li ser medyaya civakî organîze bûn û pişt ra li pêşiya Parlementoya Fasê civiyan û hikûmet protesto kirin.
Her çend rêvebiriya Fasê qedexe kiribû jî di 20ê tîrmehê da li El-Huseymeyê xwepêşandan hatibûn lidarxistin, gelek kes beşdar bibûn û ji ber midaxeleya polêsan gelek xwepêşandêr û polês birîndar bibûn.
Di xwepêşandanan da Îmad-Atabî birîndar bibû û li Nexweşxaneya Leşkerî ya Rabatê miribû.
Di cotmeha 2016an da li bajarê El-Huseymeyê polês dest danî ser masiyên masîgirekî û valayî kamyona zibil kiribû. Masîgir dema ku masiyên xwe ji kamyonê derxistibû, di cihê ku makîne zibil ditemisîne da mabû û miribû. Pişt ra gelek xwepêşandan hatibûn lidarxistin. Bi hinceta ku ji bo pêşketina herêmî sozê projeyan hatin dayîn, lê soz bi cih nehatin, di meha gulanê da xwepêşandanan cardin dest pê kiribû.