Haydar Şahin
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
WASHINGTON
Wezîrê Parastina DYAyê Jîm Mattîs got dibê Koreya Bakur dev ji xebatên sîlaha nukleerê berde û wiha axivî: "Koreya Bakur dibê dev ji fikrên ku rejim û merivên wê diavêje xetereyê berde."
Mattîs li ser tehdîda Koreya Bakur a ku dibêje ew ê êrîşî Girava Guamê ya DYAyê bikin daxuyanî da.
Mattîs diyar kir ku DYA û mitefîkên wê xwedî wê hêzê ne ku di êrîşekê da xwe biparêzin û got, "Dibê Kîm Jong-un guh bide dengê hikûmetên li çar aliyên dinyayê û Konsêya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku hemûyên wan dibêjin Koreya Bakur ji bo ewlehiya kurewî û îstiqrarê tehdîd e.
Dibê Koreya Bakur xwe li derva negre û xebatên sîlaha nukleerê bide sekinandin, dev ji fikrên ku rejim û merivên wê diavêje xetereyê berde."
Mattîs got ku di meha berfanbarê da der barê tehdîda Koreya Bakur da agahî dan Donald Trumpê Serokê DYAyê, Trump di fermana xwe ya ewil da got ku girîngiyê bidin ser sîstema fuzeyên parastinê û hêza nukleerê ya devjêberdanê û di teyaquzê da bin.
Mattîs got DYA dixwaze ku pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk çareser bike wek mayîn hêza DYAyê û welatên mitefîq gelekî ji ya Koreya Bakur zêdetir e û wiha pê da çû:
"Dibê bira bê zanîn ku hêza herî bi îsabet, tund û xwediyê hêza êrîşê ya me û welatên mitefîqê me ye. Xebatên me ew ê her tim li ser ya Koreya Bakur bin. Koreya Bakur ew ê di hemû xebatên pêşbaziya sîlahan û pevçûnan da bide der."