Muhammet Kurşun
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2017
BEYRÛD
Hat îddiakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, digel Wezîrê Derveyî yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayif Al Nahyan di sala 2012an de li Emrîkayê "bidizî" hevdîtin kiriye.
Li gor xebera rojnameya Îsraîlê Haaretzê Wezîrê Derveyî yê Îmaratê Al Nahyan û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû li eyaleta New Yorka Emrîkayê civiyan. Hat îddiakirin ku herdu alî ji mesafeyeke dûr daketine parka otomobîlan a otêlekê û ji wir bi asansora taybet derketine qatê herî jor û li beşeke wê derê bidizî hevdîtin kirine.
Di xeberê de du dîplomatên Rojavayî wek çavkanî hatin nîşandan lê navê wan nehat eşkerekirin. Li gor xeberê di civînê de bernameya nukleerî ya Îranê, têkiliyên Îsraîl-Îmarat û Filîstîn hatine xeberdan.
Li gor xeberê Balyozê Îmaratê li Washingtonê Yûsuf El Uteybe jî beşdarî civînê bûye û hevdîtin 28ê Îlonê hatiye kirin ku roja civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ye.
Di dîdara veşartî de hat îddiakirin ku Wezîrê Derveyî yê Îmaratê Al Nahyan memnûniyeta xwe ji bo xeberdana Netanyahû ya li Lijneya Giştî NYê der barê bernameya nukleerî ya Îranê de kiriye anî ziman.
Herwiha di xeberê de tê ragihandin ku Wezîra Derveyî ya Îsraîlê Tzipi Livni û Al Nahyan jî di Îlona 2016an de li New Yorkê civiyane û daxwaza li ser pêşdebirina têkiliyên welatên Kendavê û Îsraîlê anîne ziman.