11 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
HEWLÊR
Helgurt Hîkmetê Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) got îdiayên ku dibêjin hin çekên Almanyayê ji pêşmergeyan ra şandibûn difroşin DAEŞê derew in.
Hîkmet daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Îdiayên ku dibêjin çekên Almanayê ji bo têkoşîna dijî terorê ji hêzên pêşmergeyan ra şandibûn firotine an jî ketine destê DAEŞê rast nînin. Dibe ku çekên pêşmergeyên ku di pevçûnan da mirine an jî birîndar ketine ketibine destê DAEŞê. Lêbelê ev tiştên ferdî ne."
Hîkmet der barê çekên alman ên ku li bazarên Silêmanî û Hewlêrê tên firotin da jî wiha got: "Em nikarin ku bêjin çekan bi komî difroşin. Dîsa mijareke ferdî ye. Der heqê kesên ku çekên xwe difroşin da dozê bê vekirin û li wan cezayê ku hewce dike bê birîn."
Hîkmet destnîşan kir ku hemû çek bi nimareya wan va li ser pêşmergeyan hatine qeydkirin û wiha pê da çû: "Eşkere ye ku kîjan çek dane kê û li gor nimareya wan lîste hatiye çêkirin. Heke li bazarê çekek bê dîtin bi hêsanî tê tesbîtkirin ku ew çeka ya kê ye."
Hîkmet diyar kir ku bazara çekan a qaçax ya ku li Hewlêrê bû bi destê Waliyê Bajêr Newzet Hadî va hat girtin.
Hin saziyên çapemeniyê yên Almanyayê îdia kiribûn ku hin çekên Almanyayê ji pêşmergeyan ra şandibûn an ji DAEŞê ra hatine şandin an jî bi dizîka hatine firotin.