Türkan Tosun
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Parastina DYAyê Dana Whîte û Berdevkê Sererkaniya DYAyê Korgeneral Frank Mckenzîe li Pentagonê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Nûçegihanê AAyê di civînê de ji Whîte pirsî: "Reqa bi baca milyon dolarên ku ji gelê DYAyê tê berhevkirin û bi alîkariya hêzên DYAyê ya ku hêzên herêmî perwerde dikin hat xilaskirin. Lê YPG an jî PKK/PYD ya ku navê SDGyê bi kar tîne serkeftina Reqayê diyarî serokê PKKya ku ji hêla DYAyê va jî wek rêxistineke terorê tê binavkirin, kir. Bi ya we ev tevger dibe bê qebûlkirin?" Li ser vê Whîte wiha bersiv da: "Em li wir bi SDGyê (PKK/PYD) re dixebitin. Me piştgirî da têkoşîna wan a li dijî DEAŞê. Ji bo me ya herî girîng têkoşîna li dijî DEAŞê ye û emê dewam bikin."
DEAŞa rêxistina terorê Reqa wek paytext îlan kiribû. Reqa bi mehan hat dorpêçkirin û bi operasyoneke 4 mehan va ji hêla PKK/PYDya rexistina terorê û bi piştgiriya DYAyê roja sêşemê hatibû xilaskirin. Endamên YPGyê li meydana Reqayê wêneyê serokê PKKyê Ocalan daliqandibûn. Milîtanekî YPGyî di merasima meydanê de axivîbû û gotibû ew paşvehildana Reqayê diyarî Ocalan dikin.