Nihat Kavşut
19 Tebax 2018•Rojanekirin: 20 Tebax 2018
ABU DABÎ
Berdevkê koalîsyona navneteweyî ya dijî DEAŞê ya di pêşengiya Amerîkayê da Serbaz Sean Ryan destnîşan kir heta pêwistî hebe wê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.
Li gor nûçeya di Alhurraya kanala televizyonê ya Amerîkayê da derket Serbaz Ryanê berdevkê koalîsyonê li Abu Dabiya paytextê Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban daxuyaniya çapemeniyê da.
Ryan di daxuyaniya xwe da destnîşan kir Amerîka ji bona li herêmên ji DEAŞa rêxistina terorê hatine hildan îstiqrar çêbe wê li Iraqê bimînin û got heta pêwistî hebe wê hêzên Amerîkayê li Iraqê bimînin.