23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
HEWLÊR
Berdevkê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Umîd Sabah diyar kir ku pêşmergeyan ji sedî 40ê bajarê Mûsila di destê DAEŞa rêxistina terorê da ye, rizgar kir.
Sabah piştî panela "Operasyona Rizgarkirina Mûsilê" ya ku li Hewlêrê hat lidarxistin û tê da li ser têkoşîna bi DAEŞa rêxistina terorê û hevkariya navneteweyî ya li dijî wê hat nirxandin, axivî. Berdevkê Rêveberiya HKIyê destnîşan kir ku pêşmergeyan ji sedî 40ê bajarê Mûsilê ji destê DAEŞê derxistiye û ji bo seranserê bajêr jî li benda amadebûna hikûmeta navendî ya Iraqê ne.
Sabah got ku Serokatiya HKIyê ji bo Mûsilê hin tewdîr hildan, him di qada mirovî û him jî di ya însanî da ya herî girîng jî pêşwazîkirin û ezimandina wan kesan e ku wê ji ber şer birevin.
- "Emê bi rêveberiya navendî ra hevkariyê bikin"
Berdevkê Rêveberiya HKIyê di operasyona rizgarkirina Mûsilê da bal kişand ser rola pêşmerge ya girîng û wiha pê da çû: "Bi piştgiriya hêzên koalîsyonê pêşmerge ji sedî 40ê bajarê Mûsilê rizgar kir. Ji bo rizgarkirina navenda bajêr û herêmên din, em li benda amadebûna hikûmeta navendî ya Iraqê ne. Ji bo paşvestandina wan herêman bi hikûmeta navendî ya Iraqê re emê hevkariyê bikin."
Der barê rewşa paşvesitandina Mûsilê da jî Sabah got ku ji bo temînkirina pêşeroja bajêr bi piştevaniya hemû nijad û komên dînî yên li wê derê, wê bixebitin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî diyar kir ku rizgarkirina Mûsilê bi tenê ne meseleyeke eskerî ye, lewra tiştên ku lazim e di qada siyasî û mirovahiyê da bên parastin jî hene.
Yawer got ku piştî çûna DAEŞê jî hin pirs di hişê wan da hene û wiha dewam kir: "Piştî DAEŞê wê bajar bi çi awayî bê birêvebirin, ev jî pirsgirêkek e û lazim e bê helkirin. Wek çareseriyên eskerî lazim e di qada siyasî û mirovahiyê da jî hemû mesele bên eşkerekirin.
Panel ji hêla Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) va hat organîzekirin, Sabah, Yawer, Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Berpirsê Karên Derva yê HKIyê Felah Mistefa, Serokê Meclisa Bajarê Mûsilê Beşar Kîkî û gelek kesên din beşdarî panelê bûn.