Nihat Kavşut
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
BEXDA
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şertê ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî jî li balafirgehan hebin qebûl kiriye û got ku di demeke knêzik da wê balafirgeh ji bona seferên navneteweyî vebin.
Ebadî li paytext Bexdayê daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kir Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şertê ku hêzên ewlehiyê yên hikûmeta navendî jî li balafirgehan hebin qebûl kiriye û wiha got: "Herêma Kurdistana Iraqê şertê ku memûrên ji bona kar û barên pasaportan û hêzên ewlehiyê li balafirgehan hebin qebûl kir. Li her derê dinyayê kontrola deriyên sînor û balafirgehan di destê hikûmeta navendî da ne. Heger hemû şertên hikûmeta navendî bên qebûlkirin wê balafirgeh ji bona seferên navneteweyî bên vekirin. Heger qebûl nekin wê balafirgeh heta 5 yan jî 10 mehan jî venebin."
- Li Kerkûkê sûîqestên dijî Tirkmenan tên kirin
Heyder Ebadî der barê êrîşên di demên dawîn da li dijî Tirkmenan tên kirin jî destnîşan kir ewlehiya li Kerkûkê baş e û got ku îdiayên sûîqestan tên mezinkirin.
Ebadî destnîşan kir hemû derdorên li Kerkûkê ji ewlehiyê berpirsyar in û got ku der barê êrîşan da lêkolîn dewam dikin.
Heyder Ebadî li ser îdiaya ji nav Iraqê wê NATO êrîşî Îranê bike got ku destûrê nadin ji nav Iraqê dijî Îranê yan jî welatekî din êrîş bên kirin.