Önder Beyter
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Jan Kubis wiha got, "Siberoja Iraqê bi tenê bi dewleteke yekbûyî, demokratîk, federal û serbixwe va û pêşketin û îstiqrara gel û herêmê jî bi tenê bi hikûmeteke nû va dikare biedile."
Kubis der heqê geşedanên li Iraqê da agahî da Konseya Ewlekariyê ya NYyê.
Kubis bal kişand ku DEAŞ li Iraqê tevî ku têk çûye, lêbelê ji bo herêmê hê jî xetere ye û ji ber hindê jî hêzên ewlekariya Iraqê hewl didin ku bermayiyên DEAŞê paqij bikin.
Kubis diyar kir ku li wî welatî her kesî berê xwe daye hilbijartinên ku wê di 12ê gulanê da bi rê va biçin û wiha dewam kir, "Siberoja Iraqê bi tenê bi dewleteke yekbûyî, demokratîk, federal û serbixwe va û pêşketin û îstiqrara gel û herêmê jî bi tenê bi hikûmeteke nû va dikare biedile."