16 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku hêzên Iraqê hin herêmên Kerkûkê bi dest xistin û pêşketina wan didome.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê hat dayîn, "Di çarçoveya operasyonên ku wê li Kerkûkê ewlehiyê peyda bikin da Deriyê Pira Mekteb Xalid, rêya Riyad- Mekteb Xalidê, deriyê sînor ê Meryem Begê û rêya Reşad-Meryem Begê kontrol hat bidestxistin."
Li gor daxuyaniyê hêzên ewlehiya Iraqê li bakurê Kerkûkê bîrên xaza siruştî, qereqola polêsan û Daîreya Ceyranê ya Kerkûkê jî kontrol bi dest xist û pêşva diçe.

Hat ragihandin ku hêzên Iraqê Şirketa Neftê ya Bakurê Kerkûkê bi dest xistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Medyaya Cengê ya Iraqê da wiha hat gotin, "Hêzên hevbeş Binkeya Neftê ya Baba Gurgur û Şirketa Neftê ya Bakurê Kerkûkê bi temamî bi dest xistin."
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku bajarokê Leylana Kerkûkê jî hat kontrolkirin.

Westa Resûlê Berpirsê Pêşmergeyan ê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ku ji kozikên bajarê Kerkûkê vekişiya, diyar kir, ji ber ku hêza wan û ya Artêşa Iraqê ne wek hev bûn, ew mecbûr man û vekişiyan.
Resûl li Kerkûkê daxuyanî da dezgehên aîdê partiya xwe û wiha got: "Ji duh bi şev û pê va bi qasî ku em ê nikaribin berevaniyê bikin, sewqiyata leşkerî hat kirin. bi 350 tank û çekên giran va êrişî 4 yekîneyên me kirin."
Resûl daxuyand ku cebilxane û çekên dest wan kêm in û wan jî ev rewş ji fermandarên xwe ra got û ew mecbûr man û vekişiyan.
Ji aliyekî din va Fermandarê Pêşmergeyên YNKê Aras Şêx Cengî jî îdia kir ku operasyona leşkerî ya ku li Kerkûkê dest pê kir, di çarçoveya peymaneke navneteweyî da ye.
Cengî diyar kir, artêşa Iraqê dixwaze vegere herêmên ku beriya 2014an lê bûn.
Hat ragihandin ku hêzên Iraqê kontrola Balafirgeha Kerkûkê bi dest xistin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Tora Medyaya Şer a Wezareta Parastina Iraqê hat dayîn, "Hêzên polêsên federal û hêzên çewîk li Balafirgeha Hurriyetê ya Kerkûkê kontrol bi dest xistin."
Artêşa Iraqê û hêzên polêsên federal serê sibê ji aliyê başûr va bipêş ketibûn û kontrola Baregeha Leşkerî ya K1ê, Bîra Neftê ya Baba Gurgurê, Şirketa Neftê ya Bakurê Kerkûkê û li baregeha Tûgaya 70emîn ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi temamî bi dest xistibûn.