Di navbera hêzên pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê yên ku rojavayê bajarokê Celawleyê di kontrola xwe de digrin de pevçûnên tund didomin. Pêşmerge ji bo ku milîtanan bi temamî ji bajarok derxînin, bi topên hewanê û bi çekên din ên giran ve davêje li ser komên çekdar ên ku di serkêşiya DÎŞIyê de ne. Milîtanên DÎŞIyê yên ku berê çekên giran bikardianîn piştî ku kontrola bajarok ji destê wan derket, tenê bi çekên mîna doçka, kanas û kaleşnîkofê ve bersiv didin hêzên pêşmegeyan.
Fermandarekî pêşmergeyan ê ku nexwest der barê bîlançoya şer de agahî bide, got ku sê roj berê nîşangirekî pispor hat kuştin û yekî din jî wexta ku xwe malekî de veşart hat desteserkirin.
Serpel Ehmed Ferîdûn Kerîm jî destnîşan kir ku bajarok hema hema bi temamî ket destê pêşmergeyan. Kerîm bal kişand ku wan hê jî bi temamî asayîş pêk neanî û bi taybetî jî bi şev ji cihên cuda bi bombeyan êrîş pêk tên.
Li gorî çavdêriya peyamnerê AAyê li herêmê pevçûnên dijwar didomin û gelê herêmê jî çareyê di revê de dibîne. Hin mêr jî bi çekên xwe ve piştgiriyê didn pêşmergeyan.
Settar Îsmaîlê ku li gel jina xwe bajêr terikand diyar kir ku zarokên wî dema ku pevçûnan dest pê kir, bajarok terikandin û wiha dewam kir: "Ji ber sergirtin û pevçûnan gelek şevan xew nediket çavên me. Ji ber tirsa mirinê me biryar da ku em biçin herêmeke din a Kurdistanê."
Malbatên ku herêmê diterikînin, di binê 40 pile germahiyê de bi saetan dimeşin û wisa digîjin herêma ewledar a kurdan. Di vê navberê de pêşmergeyên bi rojî yên westiyayî û kesirî bal dikşînin li ser xwe.
Li bajarokê Celawleya ku di navbera hêzên pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de pevçûnên tund diqewimin, ceyran û av tuneye. Avahiyên dewletê yên li vir xizmetê nadin.