Abdullah Tel
30 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 01 Sibat 2020
Hêzên rejimê yên ku ji artêşa rejima Beşar Esed û komên terorîstên biyanî yên Îran piştgirê wan e pêk tê bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê va li başûrê rojhilatê Îdlibê 6 cih û warên din bi dest xistin.
Di navbera hêzên rejimê, muxalif û komên çekdar ên dijî rejimê ne da li gundewarê başûrê rojhilatê Îdlibê û nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiya Îdlibê ya Helebê da şer û pevçûn didomin.
Hêzên rejimê yên ku ji artêşa rejima Esed û komên terorîstên biyanî yên Îran piştgirê wan e pêk tê piştî bidestxistina Maaratunnuman a navçeya herî mezin a Îdlibê ber bi navçeya Seraqibê va diçe.
Di encama şerên qewimîn da hêzên rejimê ji alî başûrê Seraqibê va gundên Han es Subul, Lof, Kamxane, Tel Dibis Cerada û goma Mardibseyê bi dest xistin.
Bi vî awayî hêzên rejimê ji alî başûr va niha 10 kîlometre ji Seraqibê dûr in.
- Muxalifan li xeta Helebê cihek paşve hildan bin kontrola xwe
Hêzên rejimê duh li rojavayê gundewarê Helebê êrîşî ser cihên di bin kontrola muxalifan da kir û li herêma Raşîdînê 4 cih bi dest xistin.
Muxalifan li ser vê îro serê sibehê êrîşên xwe yên li ser gundewarê rojavayê Helebê zêde kirin û cihê jê ra dibêjin "Malên Rojnamegeran" paşve hildan bin kontrola xwe.