30 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2020
Li Tel Ebyada bi Hereketa Kaniya Aştiyê va ji terorê hatibû paqijkirin bi wesayîteke bombebarkirî va êrîş hat kirin, li gor agahiyên ewil 2 sivîl hatin kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Li gumruka Tel Ebyadê ya bi hevkariya Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ji terorê hatibû paqijkirin, teqîn çêbû.
Bombeya ku li kamyonetekê hatiye bicihkirin li gumrukê teqiya.
Li gor agahiyên ewil 2 sivîl hatin kuştin û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî daxuyandin êrîş ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye kirin, lê ji ber ku sivîl hatine kuştin rêxistin naxwaze berpirsyariya êrîşê hilde ser xwe.
Navenda Tel Ebyadê di 13ê Cotmeha 2019an da bi Hereketa Kaniya Aştiyê va ji terorê hatibû paqijkirin.