Önder Beyter
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê talîmat da artêşê ku li Kerkûkê fermandariya operasyonê saz bike.
Fermandarê Operasyonên Dîcleya Rojhilat Fadil Umran di daxuyaniya xwe da wiha got, "Hikûmeta federal talîmat da artêşa Iraqê da ku Fermandariya Operasyonê ya Kerkûkê ya ku wê raçevkirina hemû teşkilatên ewlekariyê yên li bajêr bike û wê ji ewlekariyê berpirsiyar be, saz bike."
Umran ragihand ku li gorî plana berdest a ewlekariyê wê li Kerkûkê wesayîtên dewriyeyê bên bicihkirin û herwisa binkeyên neftê, tesîsên stratejîk, dem û dezgehên fermî û derwazeyên bajêr wê bên parastin.
Artêşa Iraqê li başûr, bakur û rojava li 15 parêzgehan ewlekariyê bi 10 fermandariyên operasyonê va bi cih tîne.