29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê li parêzgeha El-Enbarê di operasyona 72 saetên dawîn da 75 mensûbên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin.
Fermandarê Operasyonên Hevbeş Yehya Resûl di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku yekîneyên artêşê û yên Heşda Şabiyê ji roja pêncşemê destpêka operasyonê vir va li El-Qaîma navçeya Enbarê ya ku keleha dawîn a DEAŞê ye, 75 milîtan kuştî hatin bidestxistin.
Dezgeha Enformasyona Leşkerî ya Wezareta Parastina Iraqê jî ragihandibû ku artêş û hêzên Heşda Şabiyê li navçeya El-Qaîmê gundê En-Nezwe, En-Nehye, El-Imarî, Et-Tazaliye û Retaceyê, pira El-Hur, îstasyona trenê ya Qaîmê, fabrîqeya temîra vagonan, Santrala Ceyranê ya Qaîmê, Santrala Xazê ya Ûqazê û herêma El-Meşariyê kontrol kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî roja pêncşemê ragihandibû ku operasyona kontrolkirina Qaîma navçeya Enbarê dest pê kir.