Dinya

Ji Amerîkayê der heqê rêjeya xaka di destê DEAŞê da verastkirin

Dillon: "Axa ku di destê DEAŞê da maye ji sedî 10î kêmtir e. Me berê behsa qada di destê xwe da kiribû û me berê gotibû, 'xaka ku ji sedî 98ê wê ji destê rêxistinê hatiye derxistin'."

Önder Beyter  | 18.04.2018 - Rojanekırın : 18.04.2018
Ji Amerîkayê der heqê rêjeya xaka di destê DEAŞê da verastkirin

Washington DC

WASHINGTON

Berdevkê hevpeymana dijî DEAŞê ya di bin serkêşiya Amerîkayê da Serheng Ryan Dillon daxuyaniyên rayedarên Amerîkayî ya "ji sedî 90ê xaka di destê DEAŞê da jê hatiye standin" wekî "ji ser ji sedî 90î ra" verast kir.

Serheng Dillon ji ser vîdeo konferansê ra peywendî bi Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ra danî û der heqê operasyonên dijî DEAŞê yên li Iraq û Sûriyeyê da axivî.

- DEAŞ li deverên di kontrola rejimê da derdikeve holê

Dillon der barê hejmara milîtanên DEAŞê yên mayî da tu agahî neda û diyar kir ku DEAŞ li Sûriyeyê li bakurê bajarê Ebû Kemalê li bajarokên Şîşa û Hacinê hatiye dorpêçkirin.

Dillon destnîşan kir ku rêxistina terorê DEAŞ li rojavayê Çemê Feratê derbasî deverên di kontrola rejimê da bû û wiha got, "DEAŞê ji xeynî Ebû Kemalê li rojavayê Feratê êrîşên xwe yên dijî hêzên rejimê zêde kirin."

Dillon ji xeynî vê diyar kir ku wan di vê mijarê da agahî da Rûsyayê.

Ji bo pirseke der heqê xaka di destê DEAŞê da Dillon îdia kir ku di destê rêxistinê da ji sedî 10î kêmtir ax maye.

Dillon wiha axivî:

"Axa ku di destê DEAŞê da maye ji sedî 10î kêmtir e. Me berê behsa qada di destê xwe da kiribû û me berê gotibû, 'xaka ku ji sedî 98ê wê ji destê rêxistinê hatiye derxistin'. Lêbelê DEAŞ li rojavayê Feratê cardin derket holê ku êdî em jî xaka ku ji destê DEAŞê hatiye derxistin, wekî ji ser ji sedî 90î ra îfade dikin."

"Li Minbicê teqemenî bi destê DEAŞê hat çalkirin"

Dillon teqîna ku di encamê da yek jê Îngiliz yek jê Amerîkayî 2 eskerên hevpeymanê miribûn û 5 jê jî birîndar bûbûn, wekî nimûneya hebûna DEAŞê li Minbicê destnîşan kir û îdia kir ku ev eskerên navborî dema ku li dû peywirdarekî payebilind ê DEAŞê bûn, rastî êrîşeke bi teqemeniya destçêkirî hatin.

Serheng Dillon diyar kir ku der heqê mijarê da lêpirsîn dewam dike û wiha got, "Em bawer dikin ku ew teqemenî bi destê DEAŞê hatiye çalkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.