Abdullah Tel
12 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2020
Li Îranê jimara kesên ku di nav 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 221 zêde bû û derket 51 hezar û 949an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 221 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 8 hezar û 201 jî pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 51 hezar û 949an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 108 hezar û 18yan.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 739an giran e û heta niha 800 hezar û 743 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir ku li Îranê heta niha 6 milyon û 657 hezar û 974 test hatine kirin û daxuyand ku li temamiya welêt 12 navçe di nav herêmên sor da, 231 navçe di nav herêmên tutik da û 205 navçe jî di nav herêmên zer da hatine kifşkirin.