27 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
ÎSTANBUL
Der heqê gumanbar an jî gumanbarên ku di mitînga "na"yê da pankart vekir û tê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hedef nîşan da, lêpirsînê dest pê kir. Mitîng li Swîsreyê bi destê komên ku rêxistinên terorê PKK, DHKP/C û YPG jî di nav da hatibû lidarxistin.
Di 25ê adarê da li Berna paytexta Swîsreyê rêxistinên terorê PKK, DHKP/C û YPGê jî di nav da çend grûban li ber avahiya Parlementoya Federal li Meydana Parlementoyê mitînga "na"yê li dar xist. Di mitîngê da li ser foneke reş wêneya Erdogan û çekeke ku dirêjî serê wî kirine hatibû çêkirin û li ser nivîsa "Kill Erdogan (Erdogan bikujin)" hatibû nivîsandin û di bin da jî "bi çeka wî" hatibû nivîsandin. Hat gotin ku der heqê kesên ku pankart amade kirin da lêpirsînê dest pê kir.
Dozgeriya ji Midûriya Emniyeta Stenbolê ra telîmata nivîskî şand û xwest ku di çarçoveya lêpirsîna ku dest pê kir da nasnameya gumanbarên ku pankart vekirin were tesbîtkirin û ji serdozgeriyê ra were şandin.