Önder Beyter
18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Tevgera mixalif Yekîtiya Jûrên Pîşeyan a Sûdanê (SPA) ku li Sûdanê xwepêşandanan organîze dike, ji Konseya Berwext a Eskerî ra ji bo pêvajoya berwext pêşniyazên xwe pêşkêş kirin.
Ji rêveberên SPAyê Medenî Ebas Medenî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Em balê dikişînin ser wê daxwaza xwe ku divê rêveberî dest biguherîne, bikeve destê hikûmeta sivîl a berwext."
Medenî herwiha bal kişand ser pêşniyazên di warê serwerî, qanûnçêkirin û birêvabirin ên ku baniyê hevbeş ê hêzên mixalefeta welêt "Hêzên Danezana Azadî û Guhertinê" pêşkêşî konseyê kirin û destnîşan kir ku wan bi xwe jî ji Konseya Berwext a Eskerî ra pêşniyaz kir ku ligel temsîla eskerî divê rêveberî dewrî rêveberiya sivîl bibe, meclis were damezirandin û lijneya wezîran were pêkanîn.
Hêzên Danezana Azadî û Guhertinê ji Yekîtiya Jûrên Pîşeyan a Sûdanê, Hevpeymana Sûdanê Nîda, Hêzên Yekîtiya Neteweyî, Hevpeymana Kombûna Mixalifan û hin partiyên siyasî pêk tê.
Li gorî ajansa fermî ya Sûdanê ya nûçeyan, Konseya Eskerî ya Berwext li paytext Xartûmê li Qesra Serokomariyê di bin serokatiya Ebdulfetah el-Burhan da civîna xwe ya ewil kir.
Di civînê da li ser mijarên siyasî, aborî û ewlekariyê hat xeberdan.