28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
BEXDA
Sererkanê Iraqê Osman Xanimî anî ziman ku pêdivê pêşmerge vegere sînorên berî 2003an.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê Xanimî gotiye, "Pêdivê pêşmerge vegere sînorên berî 2003an."
Xanimî anî ziman ku li Mûsilê derbarê mijarê de di navbera rayedarên artêşê û rayedarên pêşmerge civîn hatiye kirin û civîn di atmosfereke baş de çûye.
Tê zanîn ku bi mebesta ku pêşmerge ji hemî deverên bi nîqaş vekişe û deriyên sînorî dewrî rêveberiya Bexdayê bike, Sererkanê Iraqê Xanimî û heyata leşkerî û ya îstixbaretê ya digel wî li Mûsilê digel rayedarên bilind ên pêşmerge civîn kiriye.