Muhammet Kurşun
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, qebûl nekir ku maweya serokatiyê ya ku di 1ê Çiriya Paşîn de temam dibe were dirêjkirin.
Serşêwirmendê Barzanî Hêmin Hewramî, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Serokê Herêmê qebûl nekiriye dema serokatiya wî were dirêjkirin û der barê mijarê de nameyek ji Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê re şandiye.
Hewramî bibîr anî ku maweya serokatiya Barzanî di 2013an û 2015an de du caran bo 2 salan hatibû dirêjkirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cafer Êminkî jî diyar kir ku Barzanî nameyek şandiye û dê sibe li Parlamentoyê were xwendin.
Li gor medyaya Herêma Kurdistanê jî Barzanî di nameyê de daxwaz kiriye ku partiyên siyasî li hev bikin û li şûna wî kesekî hilbijêrin. Lewra Barzanî pêştir jî çend caran ev daxwaz kiribû.