Önder Beyter
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
BLED
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê Federica Mogheriniyê daxuyand ku ewê axaftina xwe ya bi Tirkiyeyê ra bidomînin.
Mogheriniya ku ji bo Forûma Stratejîk a Bledê ya 12emîn hat Slovenyayê, daxuyanî da rojnamegeran.
Federica Mogheriniyê diyar kir ku forûm ji bo wê, derfeteke mezin e ku Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û gelek muxatabên dostên YEyê yên ji Balkanan jî beşdarî forûmê bûn.
- "Emê xeberdana xwe ya bi Tirkiyeyê ra bidomînin"
Ji bo pirsa, "Gelo mizakereyên endametiyê yên Tirkiye-YEyê wê bidomin an na", Mogheriniyê wiha got, "Emê xeberdana xwe ya bi Tirkiyeyê ra bidomînin."
Moghereiniyê da bibîrxistin ku Civîna Diyaloga Siyasî ya Pilebilind a Tirkiye-YEyê meha borî tevî beşdariya Çavuşoglu û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakerevan Omer Çelîk li Brukselê pêk hat. Mogheriniyê got ku Tirkiye û YE li ser hin mijaran bi hevdu nakin û wiha dewam kir, "Lêbelê ev yek ji bo dewamkirina xeberdan û hevdîtinan ne asteng in. Beriya her tiştî Tirkiye li herêmê hevkarekî girîng e û hê jî namzedê YEyê ye. Ji ber hindê emê xeberdana xwe ya bi Tirkiyeyê ra bidomînin."