28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
HEWLÊR
Li Tuzxurmatûya navçeya Salahaddîna bajarê Iraqê ji bo ku şer û pevçûna navbera Pêşmergeyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û milîsên Heşdî Şabî kuta bibin, herdu aliyan li hev kir. Lê wisa dixuyê, ji ber ku tirkmenên navçeyê ji 2003yan û heta niha tune tên hesibandin û di saziyan da raye nadin wan, pirsgirêk wê di demeke kin da neyê çareserkirin.
Qaymeqamê navçeyê Şelal Evdillah diyar kir, li gor benda 140emîn a Makezagona Iraqê Tuzxurmatû di nav herêmên ku li ser statu û rêveberiya wan a îdarî nîqaş hene da ye û li Xurmatuyê tirkmenên şiî-sunnî, kurdên sunnî û pir kêm erebên sunnî dijîn û nifûs di navbera 120 hezar û 150 hezarî da ye.
Evdillah diyar kir, Xurmatu û gelek gund û bajarokên li ser, her çend nêzîkî Kerkûkê bin jî wek îdarî hê girêdayî wilayeta Salahaddînê ye.
- Demografiya navçeyê bi kêrî kurdan hat
Alîkarê Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) Salih Turan diyar kir, piştî ku Amerîkayê Iraq dagir kir, li navçeyê nifûsa kurdan roj bi roj zêde bû û di nav 13 salên derbasbûyî da mafên tirkmenan tune hatin hesibandin.
Turan destnîşan kir, pirsgirêk û rageşiyên ku li Xurmatuyê derketine holê, tenê bi derketina DAEŞa rêxistina terorê ra têkildar nîne û wiha dewam kir: "Piştî ku Amerîkayê Iraq dagir kir, qaymeqamtiya navçeyê dan kurdan, serokatiya meclisê jî dan ereban. Ev pirsgirêk ji 2003yan û heta niha dewam dike û bûye pirsgirêkeke îdarî. Îro qismekî pirsgirêka ku derketiye holê ji ber neheqiya îdarî ye."
- Piştî DAEŞê Pêşmergeyên YNKê Tuzxurmatû hildan kontrola xwe
DAEŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da Mûsila bajarê Iraqê û hin herêmên din zeft kiribû û piştî vê li hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê ên li Tuzxurmatûyê baregehên xwe terk kiribûn û revîbûn. Wek gelek ciyên din li vê derê jî pêşmergeyan baregehên ku leşkerên Iraqê terk kiribûn hildan kontrola xwe û dest pê kirin ketin û derketina bajêr kontrol kirin.
Piştî êrîşên DAEŞê milîsên tirkmen ên şiî jî çek hildan û ji bo parastina bajêr wezîfe hildan. Nehiyeya Amirliyê ya ku tirkmenên şiî lê dijîn dema ku di dorpêça DAEŞê da bû Heşdî Şebî û pêşmerge hatibûn û di 31ê tebaxa 2014an da bajêr xilas kiribûn. Herdu hêzên ku wê çaxê li hev dikirin ji ber ku Heşdû Şebiyê xwest ku tesîra xwe ya li ser Tuzxûrmatûyê zêde bike li hev nekirin.
- Li Tuzxurmatûyê şerê serdestiyê
Cara ewil di mijdara 2015an da di navbera tirkmenên şiî û pêşmergeyên YNKê da pevçûn derket û ji bo ciyên kontrolê pevçûn mezin bûn û bi rojan dewam kir. Di pevçûnan da gelek sivîl mirin bi dehan xanî û dikan xirab bûn.
Herdu hêzên çekdar dest pê kirin herêmên xwe yên li navçeyê parastin û ji bo vê jî di navbera taxan da diwar danîn. Ji ber şerê serdestiya herdu koman gelek kesan malên xwe terk kirin û çûne Kerkûkê.
Hin milîsên girêdayî Heşdî Şebiyê di 23yê nîsanê da bombe avêtin mala Goran Gewherê rêvebirê payebilind ê YNKê û li ser vê pevçûnên ku ev çend meh in sekinîbûn dîsa dest pê kirin. Pêşmergeyên li Tuzxurmatûyê ketin û derketina navçeyê girtin û destûr nedan ku tu kes here û were. Paşê jî Kerkûk û herêmên din alîkarî xwestin û kontrola hemû taxên kurdan hildan destê xwe.
- Çare avakirina hêzeke hevpar e
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer destnîşan kir ku wan berê seba çareserkirina kêşeya li Tuzxurmatûyê çendîn car bi aliyan ra hevdîtin pêk anî û ji bo çareyê jî wiha axivî:
"Li ser telîmata Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ji bo ku pevçûnên di navebra Pêşmerge û Heşdî Şabiyê da bidawî bibin, biryar hatibû dayîn ku ji hemû beşên deverê hêzeke hevpar were sazkirin. Seba vî jî çendîn caran civîn hatin kirin û hê jî didomin. Li gorî heger hêzeke bi vî rengî were avakirin, kêşe û îxtilaf dê ji holê rabin."
- Hin komên di nava Heşdî Şabiyê da pirsgirêkê derdixin
Berdevkê Hikûmeta HKIyê Sefîn Dizeyî jî bal kişand ku Heşdî Şabiyê li gelek deveran li dijî DAEŞê serkeftin bi dest xistin, lê li Tuzxurmatûyê hin milîsan êrîşê kurdan kirin.
Dizeyî wiha xeberda, "Mixabin hêzên wê derê şûna ku bi rêxistina terorê DAEŞê ra şer bikin, li hev dixin. Ev jî me xemgîn dike. Komeke di nava Heşdî Şabiyê da êrîşî kurdan dike. Heşdî Şabiyê bi giştî li gelek deveran karên çê kirin. Lêbelê a ku li Tuzxurmatûyê qewimî, nayê qebûlkirin. Armanca hemû aliyên siyasî yên li deverê normalîzekirina rewşê ye."
- Rewşa sivîlên li Tuzxurmatûyê
Niştecihê taxa Aksuya Tuzxurmatûyê ya ku lê pevçûn didomin Huseyîn Murtaza ku tirkmenek e, destnîşan kir ku rewşa wan pir xirab e û wiha qala qewimînan kir:
"Em bi dengê bombeyan va radizên û hişyar dibin. Ev qedera du hefteyan e çarşî û bazara navçeyê girtî ye. Li malê xwarin û vexwarina me qediya. Em bi ardê mayîn nan dipêjin û dixwin. Em nizanin ka wê ji kuderê û bi destê kê bi ser me da gule bên agirkirin. Ji ber hindê em newêrin derkevin ser kuçeyan."