18 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
OTTAWA
Kanada wê ji 28 milyon dolarî zêdetir alîkarî bide penaberên ji Iraq û Sûriyeyê yên bixwazin vegerin malên xwe yên li herêmên ji DEAŞa rêxistina terorê hatine rizgarkirin.
Chrystîa Freelanda Wezîra Karên Derva di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir Kanada wê têkoşîna xwe ya li dijî DEAŞê û alîkariya xwe ya ji bo penaberan berdewam bike.
Freelandê diyar kir wê di 22yê adarê da li Washingtona paytextê DYAyê beşdarî Civîna Wezîrên Karên Derva ya Koalîsyona Kurewî ya Dijî DEAŞê bibe û got di civînê da têkoşîna dijî DEAŞê bê nirxandin.
Chrystîa Freelandê destnîşan kir wê ji 28 milyon dolarî zêdetir alîkariyê bidin penaberên ji Iraq û Sûriyeyê yên bixwazin vegerin malên xwe yên li herêmên ji DEAŞa rêxistina terorê hatine rizgarkirin.