Abdullah Tel
29 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2020
Komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide wan ji bo piştevaniyê bi qasî 300 terorîst şandin Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya rejima Beşşar Esed lê bi cih bûye.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hat hildan komên bi piştvaniya Îranê hêza bejayî ya rejima Esed in konvoya eskerî şandin gundewara Rojavayê Heleba di nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya rejim lê serdest e.
Di konvoya bişev ji Elbûkemal a navçeya Dêrazorê derket rê da tevlî 300 terorîstên mensûbên komên Îran piştgiriyê dide wan wesayîtên bizirx ên eskerî, wesayîtên 4x4, çekên sivik û giran hebûn.
Rejima Esed ev demeke dirêje ku çek cebilxane û hêzên xwe li Herêma Kêmkirina Rageşiyê bi cih dike.
- Rewşa Dêrazorê
Komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriyê dide wan ji bo rejimê êdî mîna hêza bejayî ne û ew li Dêrazorê hene.
Komên ji Îran, Iraq, Libnan, Efxanistan û Pakistanê yên li Dêrazora Erebên Sûnî lê zêde ne bi cih bûne ji hêla endamên Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê va tên birêvebirin.
Komên Îran piştevaniya wan dike li Dêrazorê dest danîne ser mal û milkan perwerdehiya bingeh ji mezhep pêk tê dide, kar û xebatên çandî birêve dibe û perestxaneyên bi navê "hiseyniyeyan" ava dike.
Dêrazora li rojhilatê Çemê Feratê dikeve di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina teror a ku Amerîka piştgiriyê didê da ye.