23 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşa terorê ya Gazîentabê şermezar kir.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya hemû endamên konseyê hat dayîn da êrîşa terorê ya li Gazîentabê ku di dewetê da hat kirin, bi tundî hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya NYê da êrîşên terorê yên ku hefteya borî li hin bajarên Tirkiyeyê hatin kirin û tê da polês û sivîl mirin jî hatin şermezarkirin, lê di metnê da navê rêxistina PKKyê nehat dayîn.
Daxuyaniyê da hat diyarkirin ku terorîzm li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî gefeke mezin e û ji bo malbat û Tirkiyeyê sersaxî hat xwestin.
Hat diyarkirin ku berpirsiyar bên cezakirin û divê hemû dewletên endam li gel Tirkiyeyê cî bigirin.