HEWLÊR
Rayedarên Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, konvoya ku çekên giran ên pêşmergeyan yên ku wê herin navçeya Kobanêyê dibe, ji Hewlêrê derket û berê xwe da Dihokê.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Wezareta Pêşmergeyan hat stendin, yekîneyên pêşmergeyan wê bibin du bir û paşê derbasî Tirkiyeyê bibin. Di vê çarçoveyê de konvoya ku çekên giran ên pêşmergeyan dibe, ji Hewlêrê derket û berê xwe da Dihokê. Di her wesaîta konvoyê de 2 pêşmerge hene. Çek di kaseyên sergirtî de ne.
Ji aliyê din ve dibêjin ku komeke din a pêşmergeyan wê bi şev bi balafira taybet ve ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê derbasî Tirkiyeyê bibe.