Türkan Tosun
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Li parzemîna Afrîkayê di nav 24 saetan da di 11 hezar û 302 kesên din da jî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.
Li gor "Worldometer"a malpera welat welat daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li parzemînê di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 302 hesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 338 hezar û 766 kesan.
Hejmara kesên ji nexweşiyê mirin jî 236 zêde û derkete 8 hezar û 889an.
Ji ber Kovîd-19ê li Misrê 2 hezar û 450, li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 205, li Cezayirê 869, li Sûdanê 548, li Nîjeryayê 542 û li Kamerûnê 313 kes mirin.
Li welatan hejmara waqieyan jî wiha ye:
Afrîkaya Başûr (111 hezar û 796), Misir (59 hezar û 561), Nîjerya (22 hezar û 20), Gana (15 hezar û 13), Kamerûn (12 hezar û 592), Cezayîr (12 hezar û 248) û Fas (10 hezar û 97)
Li Afrîkayê hejmara kesên rbaş bûn û gihîştin siheta xwe jî derkete 163 hezar û 507an.
Li Seyşelan, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê mirî hatin diyarkirin.