Haydar Şahin
02 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin derkete 421 hezar û 307an.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên herêm û welatan berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da 13 hezar û 382 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete 421 hezar û 307an.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî di 24 saetên dawîn da 258 zêde bû û derkete 10 hezar û 442yan.
Ji ber Kovdî-19ê hetanî nika li Misrê 3 hezar û 34 kes, li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 749, li Cezayirê 920, li Nîjeryayê 603, li Sûdanê 602 kes mirin.
Li gor agahî û raporan li Seyşel, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê hetanî nika kesek ji ber vîrusê nemir.
Li Afrîkaya Başûr hetanî nika 159 hezar û 333 waqie hatin tesbîtkirin. Li Misrê 69 hezar û 814, li Nîjeryayê 26 hezar û 484, li Ganayê 18 hezar û 134 waqie hatin tesbîtkirin.
Li Afrîkayê 200 hezar û 962 kes piştî dermankirinê rind bûn.