Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2018
BERLÎN
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas got li welêt heke nêrîna nijadperestiyê car din derkeve li pêş, wê zirarê bide îmaja Almanyayê.
Piştî ku futbolîst Mesut Ozîlê ku eslê wî Tirk e ji ber êrîşên nijadperest û cudaker dev ji Tîma Neteweyî ya Almanyayê berda li Almanyayê niqaşên nijadperestiyê gur bûn.
Wezîr Maas der barê van niqaşên nijadperestiyê de daxuyaniyek da rojnameya Bîldê û got kesên eslê wan koçberên divê nefikirin ku ew di bin tehdîda nijadperestiyê de ne.
Maas got divê ew bi hev ra xwedî li xweşbînî û piranîparêziyê derkevin û wiha axivî: "Heke nêrîna nijadperestiyê car din derkeve li pêş, wê zirarê bide îmaja Almanyayê."
Maas anî ziman ev niqaş nîşan didin ku koçber li welêt rastî dijminatiyeke çawa tên û got êrîşên li hember biyanî û Cihûyan ji bo navê Almanyayê şerm e.
Hefta borî Maas der barê Mesut Ozîl de wiha gotibû "Multîmilyonerekî ku li Îngiltereyê dijî û li wir dixebite li got min nikare bê hêsanî adapteyî Almanyayê bibe." Gelek kesan bertek nişanî vê daxuyaniyê dabûn, Serokwezîrê Almanyayê Gerhard Schroder jî ev daxuyanî neyînî nirxandibû.
Futbolîst Mesut Ozîl û Îlkay Gundoganê Alman ên ku eslê wan Tirk e û futbolîst Cenk Tosunê di Lîga Premîer a Îngiltereyê de dilîze di meha gulanê de li Londrayê beşdarî bernameyekê bûbûn. Li wir bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re wêne kişandibûn û formayên xwe diyariyê wî kiribûn.
Piştî vê wêneyê li Almanyayê der barê Mesut Ozîl û Îlkay Gundogan de êrîşên nijadperest û cudaker dest pê kiribûn. Hefta borî Mesut Ozîl ji ber vê sedemê dev ji Tîma Neteweyî ya Almanyayê berdabû.