DIYARBAKIR
Midûriyeta Giştî ya Rêbejê (MGR) xebatan dike ku Başûrê Rojhilat bibe xwedê rêyên biewlehî û bikonfor.
Di 10 salên dawîn de li Diyarbekir, Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Batman û Şanliurfayê ji rêya 1880 kîlometreyî 1400 kîlometre wek rêya veqetandî hate çêkirin. Rêya 480 kîlometre maye jî dê di nav 5 salan de wek rêya veqetandî bê çêkirin.
Midûrê Herêma 9mîn yê Rêbejê Şamîl Gûlen daxuyanî da nûçevanê AA yê û diyar kir ku armanca wan ew e ku, li van 6 bajaran rêya 1800 kîlometreyî heta sala 2023an wek rêya veqetandî çêbikin. Gûlen got ku bi xebatên zêde ve dê di nav 5 salan de bigihêjin armanca xwe û wiha axivî:
"Me ji rêya 1800 kîlometreyî 1400 kîlometre qedand. Armanca me ew e ku heta 2023an em hemûyê biqedînin. Me digot ku em her sal 40 kîlometre rêya veqetandî çêbikin dê di nav 10 salan de biqede. Lê îsal em dê 100 kîlometre rêya veqetandî çêbikin. Di nav 5 salan de dê hemû bibe rêya veqetandî. Ji bo vê milyarek 100 milyon dê bê xerckirin. Me îsal 300 milyon lîre herc kir."
Gûlen diyar kir ku li Diyarbekirê di rêya 14 kîlometreyî de 6 xaçerê hatiye çêkirin, ji bo xebatên xaçerêyên bipire jî 140 milyon lîre hatiye xerc kirin û wiha got:
"Ji hêla din em li Diyarbekirê rêya hawirdor ya ku bi 4 etaban û 85 kîlometreyî çêdikin. Dê heta 2016an biqede. Bi vî awayî wesayît bêyî ku bikevin li nav bajêr dê herin û bên. Li Tirkiyê bi tenê li Enqerê rêyeke wiha heye, ya duyem jî dê li Diyarbekirê çêbibe. Dema ku qediya Diyarbekir dê ji bajarên rojavayê betir bibe xwedî rêyên baş."